Li Sêwasê qeza çêbû: 3 mirî 2 birîndar

Li Sêwasê qeza çêbû: 3 mirî 2 birîndar

Li Sêwasê, di qezayeke trafîkê de, ku wesayîtek û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin, di encama qezayê de sê kes mirin û du kes jî birîndar bûn.

Qeza, derdora saet 20:00an de li gundê Çeltek ê bajaroka Yildizê ya bi navçeya navendî pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta ku ji hêla O.Ş. ve dihat ajotin û wesayîta bazirganî ya sivik a ku ji hêla M.B. ve dihat ajotin ji ber îxlalkirina rê li hev ketin. Şofêrê wesayîtê O.Ş. (42) û jina wî A.Ş. (45) li cihê bûyerê mirin. Zarokên wan B.Ş. (16) û M.Ş. (12) ku ew jî di wesayîtê de bûn birîndar bûn. şofêrê wesayîta bazirganî ya sivik M.B. (54) jî li cihê bûyerê mir.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, cenderme, AFAD û îtfaîyeyê hatin şandin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.