‘Li Silêmaniyê 2 pasên ciwanan hatin girtin
Çavkaniyeke ewlekariyê ji başarê Silêmaniyê ragihand ku îro du pasên ciwanan ên ku xwestin lihev kom bibin yan jî hewl bidin ku xwepêşandanê bikin, hatine girtin. Herwiha li Helebce û Seyîdsadiq jî hewla sazkirina xwepêşdanê hat kirin.
Silêmanî (Rûdaw) – Çavkaniyeke ewlekariyê ji başarê Silêmaniyê ragihand ku îro du pasên ciwanan ên ku xwestin lihev kom bibin yan jî hewl bidin ku xwepêşandanê bikin, hatine girtin. Herwiha li Helebce û Seyîdsadiq jî hewla sazkirina xwepêşdanê hat kirin.
Çavkaniyek ji hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê ji Rûdawê re got: “Heta niha 2 pas ciwan hatine girtin. Temenê wan kesan di navbera 18-25 saliyê de ne. Piştî hatin girtin, birine avahiya berê ya Wezareta Navxwe ya li Silêmaniyê. Piştre jî ji bo asayîşê jî hatin veguhestin û lêkolîn ligel wan tê kirin.”
Li gor zanyariyên nûçegihanên me yên li Silêmaniyê, hêzên ewlekariyê nahêlin du kes bi hev re biaxivin û wan belav dikin. Çi kesê telefon ligel wan be, ji wan werdigrin, temaşe dikin û dema çi wêneyek girtibin tên girtin.
Li Helebce û Seyîdsadiq jî kombun
Helebce û Seyîdsadiq li hev kombûne û dixwazin xwepêşandanê bikin. Lê hêzên ewlekariyê çavdêriya rewşê dikin û nahêlin xwepêşandan bê kirin.
Li gor zanyariyên nûçegihanê me, îro danê êvarî zêdetirî 100 kes li pêşiya mizgefat Paşa a di nava bazara Helepce de kombûne, li fîtikan dane û kirine qêr. Lê xwepêşandanê dest pê nekir. Herwiha li bajarokê Seyîdsadiq jî hêjmarek ciwan li hev kombûne û daxivin, lê rewş ber bi aloziyê ve neçûye.
Îro di salvegera xwepêşandanên sala borî yên 17’ê Sibatê de, li gelek bajar û bajarokan ji bo dûbarebûna xwepêşandan aloziyek heye. Lê hêzên ewlekariyê wan belav dikin û nahêlin xwepêşandanê bikin.
Tevî ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hewl tê dayîn ku xwepêşandan bê kirin, lê li navçeya Germiyan û Kelar ti tiştek li holê nîne û rewş aram e. (Kelhaamed)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.