Li Silopî ji kesên feqîr û jar re alîkarî hat kirin

Li Silopî ji kesên feqîr û jar re alîkarî hat kirin

Umûd-Dera Batmanê li navçeya Silopiya Şernexê ji kesên feqîr û hewcedar re alîkarî belav kir.

Umûd-Dera Batmanê li navçeya Silopiya Şernexê ji kesên feqîr û hewcedar re 150 çewal erzaq  alîkarî belav kir.Alîkarî ji teref Camî-Dera Îpekyoluyê ve ji malbatan re hat teslîmkirin.

Hemwelatiyê bi navê Hacî Şahîn ê ku li Silopiyê dijî û  ji ber geşedaniyan mexdûr bûye di derbarê alîkariya ku jê re hatiye kirin de diyar kir  ew ji ber kirina vê alîkariyê kêfxweş e.Hacî Şahîn ji ber alîkariya ku hatiye kirin ji Camî-Dera Îpekyoluyê re teşekur kir.

Serokê Camî-Dera Îpekyoluyê Ridvan Tatar di derbarê mijarê de diyar kir ew alîkariyên ku ji teref Umûd-Dera Batmanê ve ji wan re hatine şandin teslîm standine û ew van alîkariyan li Silopiyê ji kesên jar û feqîr re belav kirine.

Tatar di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Dil dixwast ku ev alîkarî ji hemû kesî bên kirin,lê ji ber bê îmkaniyan ev yek nebû.Ji ber alîkariyên ku hatine şandin ez ji Umûd-Dera Batmanê re teşekur dikim.”

Tatar di dawiya axavtina xwe de diyar kir li navçê gelek kes bê mal mane û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber vê yekê em ji STK û ji karsazên xêrxwaz teleb dikin da ku di vê çarçovê de alîkarî bikin.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.