Li Silopîyê qeza: 9 mirî 28 birîndar

Li Silopîyê qeza: 9 mirî 28 birîndar

Di qezaya ku li Silopîya Şirnexê pêk hat de 9 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 28 rêwî jî birîndar bûn.

 Hat ragihandin otobusa rêwîyan a ku di nav de welatîyên Kurdistana Iraqê jî hebûn li Silopîya Şirnexê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 9 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 28 rêwî jî birîndar bûn.

Qeza li 6emîn kîlometreya rêyahawirdorê ya Silopîyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de otobusa rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Hewlêrê ve diçû û aîdî fîrmaya Metroyê bû  hêj ji ber sedemeke ku nayê zanîn gindirî şarampolê.

Di qezaya ku pêk hat  de 3 jê zarok tev de 9 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran tev de 28 rêwî jî birîndar bûn.

Rêwîyên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û kesên ku jiyana xwe jî ji dest dan hatin rakirin Mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)










































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.