Li Şirnexê 9 kîlo û 700 gram metamfetamîn hat desteserkirin

Li Şirnexê 9 kîlo û 700 gram metamfetamîn hat desteserkirin

Di operasyoneke ku ekîbên polêsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kirin de, di qamyonekê de 9 kîlo û 700 gram maddeya metamfetamînê ya teşwîqker hat desteserkirin.

Muduriyeta Polêsan a Bajara Şirnexê ji bo pêşîgirtina li çêkirin û firotina maddeyên hişber, xebatên xwe didomîne.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Cizîrê ji teref ekîbqn ve qamyonek bi guman hatiye rawestandin.

Di lêgerîna berfireh a qamyona ku plakaya wê nehat eşkerekirin de, 9 kîlogram û 700 gram metamfetamîn hat desteserkirin.

Piştî bûyerê, maddeyên hişber hatin desteserkirin û şikdarên ku tê texmînkirin têkiliya wan bi bûyerê re heye hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.