Li Şirnexê çinîna genim û ceh dest pê kir

Li Şirnexê çinîna genim û ceh dest pê kir

Li gundê Taqiyan a navçeya Silopiya Şirnexê, berhevkirina genim û ceh dest pê kir. Cotkar bi demsala berhemdariyê û zêdebûna berheman re di zeviyan de bi zehmet dixebitin.

Li gundê Taqiyan a navçeya Silopiya Şirnexê, çinîna genim û ceh bi hemû leza xwe berdewam dike.

Biçerên ku di saetên serê sibehê de dikevin nav erdan dest bi çinîna genim û cehan dikin.

Bi hatina havînê û bilindbûna pileyên germahiyê, demsala çinîna genim jî dest pê kiriye.

Li gundê Taqiyanê ku navê xwe ji berhemên zêde yên ku lê tê çandin digire, zeviyên genim û ceh zer bûne û cotkaran dest bi kar û barên giran kirine.

Cotkarên ku şev û roj li zeviyan dixebitin, diyar kirin ku tevî lêçûnên zêde yên têketinê jî, ew dev ji çandina erdê xwe bernedane û berhema ku wan îsal serê donimî bi dest xistiye wan kêfxweş kiriye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.