Li Şirnexê di meha hezîranê de xebata berfê: Rêyên zozanan tên paqijkirin
Li navçeya Elkê (Beytüşşebap) a Şirnexê, li ser rêyên zozanan ên ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê hatibûn girtin, xebatên têkoşîna li dijî berfê bê navber berdewam dikin.
Tîmên Îdareya Taybet a Parêzgehê (İl Özel İdaresi), wekî mehên zivistanê di werza (mevsim) havînê de jî li deverên bilind xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin.
Bi taybetî li herêma Lîse Teyrayê ya ku di werza zivistanê de berfeke zêde lê dibare, xebateke bi dijwar tê meşandin.
Tîm, bi makineyên kar girseyên berfê yên bi metreyan bilind paqij dikin û rêyan ji bo gihandinê vedikin; ji aliyekî ve jî ew rêyên ku ji ber şert û mercên zivistanê û aşîtê xera bûne û menfezên (borînên avê) ku zirar dîtine, diponijînin.
Bi destpêkirina werza zozanan re, ji bo ku welatiyên bi sevalvaniyê re mijûl dibin mexdûr nebin, tê armanc kirin ku xebat di demeke kurt de werin temamkirin.
Tîmên ku li dijî stûriya berfê ya ku cih bi cih digihêje 7 heta 10 metreyan têdikoşin, ji bo vekirina rêyên zozanan mesaiyeke gur xerc dikin.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.