Li Şirnexê du wesayît li hev qelibîn: Kesek mir 3 kes jî birîndar bûn
Mamosteyekî ku li Şirnexê di lihevketina du wesayîtan de bi giranî birîndar bûbû canê xwe ji dest da, sê kesên din jî birîndar bûn.
Qeza, derdora saet 09:00an de li ser rêya di navbera çarrêyên Nexweşxane û Herêma Pîşesaziyê de qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 DA 4663 ku ji hêla Z.K. (25) ve, ku tê hînbûn mamoste ye, dihat ajotin dema ku ji Çarrêya Nexweşxaneyê ber bi Çarrêya Pîşesaziyê ve diçû, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir, ji kontrolê derket û derbasî rêça dijber bû û bi wesayîta bi plaqeya plakaya 46 AKS 982 ku ji hêla O.U. (27) ve dihat ajotin, ber bi jor ve li hev qeliband.
Di qezayê de şofêr Z.K. û O.U. û rêwiyên B.Y. (22) û M.D. (54) birîndar bûn.
Piştî eberdayînê ji herêmê re ekîbên tendirîstî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil bi ambulansê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê re hatin rakirin.
Mamoste Z.K. ku rewşa wî giran bû, digel hemû midexeleyên tenduristî jî nehat rizgarkirin û wefat kir. Hat hînbûn ku O.U., B.Y. û M.D hêna jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.