Li Şirnexê qezaya fecî: 2 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Basê (Gûçlûkonak) ya Şirnexê, otomobîlekê nekariya vîrajê bigire û qulibî. Di qezaya trafîkê ya ku hat holê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya di navbera Cizîr û Basê (Güçlükonak) de, li nêzîkî gundê Zivingê (Akdizgin) hat holê.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîla bi plakaya 34 DFT 762, gava ku gihîşt nêzîkî gundê Zivingê nikarî xwe li çerxê (virajê) bigire û qulipî.
Di qezaya ku hat holê de 3 jê giran, bi giştî 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin müdaxeleya yekem li birîndaran kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin veguhastin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Nexweşxaneya Dewletê ya Başverê û hatin dermankirin.
Ji birîndarên ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Başverê, H. Ö. (20 salî) û Y. B. tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.