Li Şirnexê tirektoreke biçûk qeza kir: Jinek 26 salî mir 4 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Basa ya Şirnexê, ji ber ku sêçerxeyek motorî li ser rêyekê kete xendekê, jinek 26 salî mir û çar kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya sereke ya di navbera navçeya Basa û bajarokê Findikê de qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta çandiniyê ya ji cureya "patpat" ku nasnameya şofêrê wê hêj nehatiye diyarkirin, ji kontrolê derket û wergeriya nav xendekê.
Li gorî agahiyên destpêkê, A.E. yê 26 salî ku di wesayîtê de bû, li cihê qezayê mir.
Çar kesên ku di qezayê de birîndar bûn, piştî tedawîyên ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.