Li Soçî Kongreya Gotûbêja Neteweyî ya Sûrîyê dest pê dike
Di hevdîtinên aştîya Sûrîyê yên ku dê li Soçîya Rûsyayê bên kirin de ew ê bê pêşnîyazkirin ku li tevahîya Sûrîyê bo dahatûya Sûrîyê dengdayîn bê kirin.
Li Soçîya bajêra Rûsyayê îro bo qeyrana sîyasî ya Sûrî bê çareserkirin civîna Kongreya Gotûbêja Neteweyî ya Sûrîyê tê tertîpkirin. 600 kes wek temsîlkarên muxalefet û rejîmê beşdarî kongreyê dibin.
Hat ragihandin ew ê serokên heyetên Rûsya, Tirkîye û Îranê dê di seat 13.00an de civîna amadehîyê tertîp bikin.
Tê diyarkirin xala herî girîng a civînê çareserîya qeyrana siyasî ya li Sûrîyê ye.
Komîteya Bilind a Muzakerê ya ku muxalifên Sûrîyî temsîl dike berî niha bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku ew ê beşdarî civînê nebin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.