Li Somalîyê Êrîşa Bombeyî
Li Mogadîşûya paytexta Somalîyê, li ser konvoya Mîsyona Somalîyê ya Yekîneyên Efrîkayê êrîşa bi bombe hat rastkirin. Di hedîseya teqînê de herî hindik 25 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.
Li Mogadîşûya paytexta Somalîyê, li konvoya Mîsyona Somalîyê ya Yekîneyên Efrîkayê êrîş hat rastkirin.
Li gor agahîyên ku ji Emnîyetê hatine bidestxistin, êrîşker di dema derbasbûna 2 otobosên hêzên Amisomê de, wesaîta bombe barkirî teqandîyê.
Di hedîseyê de herî hindik 25 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.
Ji alîyê meqamên Somalîyê di heqê hedîseyê de tu beyanat nehat kirin. Lê Teşkîlata Eş-Şebabê êrîş girt ser xwe.
Îna borî artêşa Emrîkaya îşgalker di êrîşa ku li Somalîyê rast kiribû de serokê Eş-Şebabê Ehmed Gûdanî qetil kiribû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.