Li Somalîyê êrîşên bombeyî: 18 mirî

Li Somalîyê êrîşên bombeyî: 18 mirî

Li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîtên bombebarkirî 2 êrîş hatin kirin, di êrîşan 18 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somalîyê li nêzî Qesra Serokatîyê du wesayît bombebarkirî hatin teqandin. Di encama teqînên ku pêk hatin de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Berîya êrîşê bi rojekê li welêt “îqaza terorê” hatibû kirin.

Di meha Cotmeha sala borî dîsa bi qamyoneke bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin û di êrîşê de 500 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.