Li Stenbolê operasyon: 287 binçavî

Li Stenbolê operasyon: 287 binçavî

Li Stenbolê bi beşdarbûna 6 hezar polêsan operasyona bi navê “Penceya Kangal-1” hat tertîpkirin.

Hat ragihandin li Stenbolê bi beşdarbûna 6 hezar polêsan di heman demê de li ser 2 hezar navnîşanan de hat girtin. Di operasyonên ku li dijî kesên derheqê wan de qerara girtinê  heye hat kirin de tev de 287 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de kesên ku dizî kirine, tevlî sûcên birîndarkirinê, sextekarîyê, tiryakfiroşê, îstîsmara zayendî bûne hene.

Di serdegirtinan de her wisa çek, çifteya nêçîrê, eroîn, kenevîr û fîşek hatin girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.