Li Stenbolê Şewat
Di Balaxaniyeka 42 Qatî De Şewat Qewimî
Li bajarê Stenbolê, li Fûlyayê, di avahiya Polat Towera 42 qatî de, şewat derket. Şewat ji nuşkave, xwe avêt derdorê avahiya 42 qatî.
Li semta Fulyayê di avahiyeka mezin de şewat derket. Ji ber şewatê hewaya Stenbolê di bin dûyê reş de ma. Ekîbên îtfaiyê, qaweta teqwiyê xwest. Ji ber şewatê, îstasyona benzînê ya nêzî bînayê, hat valakirin. Tedbîr hatin girtin, gelek ambulansê acîlê, hazir sekinîn.
Demek şunda şewat kete bin qontrolê û dest bi sar kirina avahiyê hat kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.