Li Sûrê 5 esker jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Sûra Diyarbekira ku hêj lê qedexeya derketina derve û pevçûn berdewam dikin di operasyonên ku berdewam dikin de 3 esker û 2 polês giran birîndar bûn.
Ji teref Sererkantiya Giştî ve hat ragihandin li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonên ku berdewam dikin de 5 esker jiyana xwe ji dest dan.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di êrîşa çekdarî ya PKKyiyan de 3 jê esker 2 jê polês tevde 5 kes giran birîndar bûne û 2 eskerên ku giran birîndar bûbûn digel temamê mudaxeleyan di derdora seat 09.00an de jiyana xwe ji dest dan.
Hat hînbûn temamê eskerên ku li Nexweşxaneya Eskeriyê ya Dewletê tedawî didîtin digel temamên mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha hat hînbûn di operasyoneke din de jî 2 eskerên din jî jiyana xwe ji dest dan.Bi vî awayî di encama operasyonên ku li Sûrê hatin kirin de îro tevde 5 esker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.