Li Sûrê li rexekî pevçûn Li rexê din koçkirin berdewam dikin
Li Navçeya Sûra Amedê ya ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike ji rexekî ve pevçûn ji rexê din ve jî koçkirina xelkê berdewam dikin.
Li Sûrê ev bû 22 roj ku derketina derve hatîye qedexekirin.Li navçê dengê teqîn û çekan qet kêm nabin. Her wiha di bin sîya dengê çekan de xelkê navçê mecbur dimîne ku malên xwe terk bikin.
Li navçê hat dîtin her çiqas derketina derve qedexe be jî û wesayîtên eskerîyê li kolanan bigerin jî xelkê navçê digel zarok û mezin, pîrek û zilaman hewl didin da ku berî kêlîkê navçê terk bikin.
“Heke em ne xelk bin, ka xelk kî ye?”
Azîz Coşkunê ku li navçê dikandarîyê dike di derbarê rewşê de destnîşan kir ji ber ku êrîş li wan tên kirin ew jî mecbur dimînin ku dikanên xwe bigirin û wiha pêde çû: “Tiştê ku dibe li xelk û dikandaran dibe. Ew ê heta kî derî ev dengê pevçûnan berdewam bikin. Heyf e , guneh e.”
Kesekî ku nedixwest navê xwe eşkere bike di derbarê rewşa navçê de wiha axivî: “Psîkolojîya me xera bû.Jixwe em nikarin bixebitin. Em ditirsin ew ê roket îsabetî malên me jî bike. Rewşa me ya vê derê ne xema tu kesî ye.Her du teref jî dibêjin ku ew ji bona xelkê şer dikin. Ew her du teref jî ne semîmî ne.Heger samîmîbana ev xelk nediket vî halî. Heke xelk em bin çima temamên derbeyan li me dikevin. Na, heke xelk ne em bin , xelk kî ye?”
Ji rexê din ve li gor daxuyanîyên dawî li navçê di nava 10 rojên dawî de di pevçûnên ku pêk hatine de 23 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.