Li Sûrê medreseyek hat tehrîbkirin
Her weke ku tê zanîn li hinek taxên Sûrê qedexe berdewam dike û li hinekan jî hat rakirin.Li Taxa Suleyman Nazîfa ku qedexeya derketina derve hat rakirin medreseyek hat tehrîbkirin.
Her weke ku tê zanîn ev bû 65 roj ku li navçeya Sûra Amedê li hinek taxan berdewam dike û li hinekan jî qedexe hatiye rakirin.
Hat hînbûn li taxa Suleyman Nazîfa Sûrê li sikaka Tacettînê, mederseya bi navê Darul Îlîm hat tehrîbkirin.Li gor agahiyan tehrîb di dema teqînê de pêk hatiye.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin teqemeniya ku berî niha hatibû bi cîkirin ji teref polêsan ve hat teqandin, ji ber şideta teqînê di medresê de xisar pêk hat.
Ji xwendevanên medresê Selamî Lezgî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber pevçûnan ev bû 6 meh ku ew zehmetiyê dikşînin û polês jî ji ber hinceta ewlehiyê wan ji medresê derxistiye.
Lezgî di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “Piştî ku qedexe rabû me xwest ku werin medresê kontrol bikin.Lê belê dema ku em hatin vê derê tehrîbata ku li medresê kirine me dît.Em li vê medresê dersa Qur’an û hafiztiyê didît.Xwendevanên din jî ji xwendinê mahrum man.”
Lezgî di dawiya axavtina xwe de kesên ku vê tehrîbatê kirine hewaleyî Xwedê kir.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.