Li Sûriya Hêzên Meş’el Temo Hat Î’lan Kirin

Li Sûriya Hêzên Meş’el Temo Hat Î’lan Kirin

Hinek ‘eskerên Kurd yên ji Ordiya Sûrî qetiyane bi navê Meş’el Temo qewetek ‘eskerî kom kirin û xwe î’lan kirin.

Li gor ji vîdeyoyeke hat neşir kirin, hinek ‘eskerên Kurd yên di Ordiya Sûrî de, ji Ordiya Sûrî qetiyane û bi navê Meş’el Temo Hêzek kom kirine. Hêza bi navê Mîş’el Temo di serekatiya Ahmed Cubas de xwe î’lan kirin.

Li gor ji vîdeoyê tê fêm kirin, Qumandarê Hêza Mîş’el Temo Serheng Ahmed Cubas beyanatek dixweyne. Di vîdeoyê de sebebê qetandina xwe û hevalên xwe ji Ordiya Be’sê beyan dike. Tevî ‘eskerên dora wî ji bo muhafezekirina milletê Sûrî sond dixwin.

Ahmed Cubas bi besmele û ayeta: “Ji wan ên ku şerê wan tê kirin re ji ber zulma ku li wan hatiye kirin destûra wan hatiye dayîn ku şer bikin. Qe şubhe tuneye ku Allah Te’ala dikare alîkariya wan bike.” dest bi beyanata xwe dike.

Di dewama beyanatê de Ahmed Cubas dibê: “Em li Herêma Xan Şeyxûn Hêza Meş’el Temo î’lan dikin. Ji bo ku em gelê xwe yên mezlûm muhafeze bikin. Em Beşşar Esed û Hêzên wî yên zalim îqaz dikin ku ewê her dem û mekanî ji me derbên ku qe ji kesî nedîtine bibînin.

Beyanatên Serekê Ahmed Cubasî bi tekbîrên ‘eskerên li dorê bi dawî dibe.

Li gor tê zanîn Meş’el Temo yek ji şexsiyetên Kurdên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê bû. Dîsa Li gor tê zanîn Mîş’el Temo alîkarekî muxalefeta Sûrî bû. Temo çar meh berê ji alî hinek kesên bi sîleh êrîş lê hatibû kirin û bi vê êrîşa hatibû kuştin. (Muhammed Sebatî / Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.