Li Sûriyê komkujiyeke nû: 41 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li bajarê Hemayê naverasta Sûriyê 41 kes di komkujiyekê de piştî topbarana bi ser bajêr de hatine kuştin.
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li bajarê Hemayê naverasta Sûriyê 41 kes di komkujiyekê de piştî topbarana bi ser bajêr de hatine kuştin.
Çalakên şoreşa Sûriyê aşkera kirin ku ji duhî de artêşa rejîmê bajarên heme bombebaran dike û di encamê de tenê duhî li wî bajarî 41 kes hatiye kuştin,
Ev komkujiya duyem e di heyama 3 rojan de, piştî komkujiya Holê ku tê de 116 kes hatin kuştin.
Roja îna borî, li şaregunda Holê yê bi ser bajarê Humsê ve çekdarên alîgirên rejîma el-Esed û artêşa rejîma Sûrî komkujiyek kirin û di encamê de bêtirî 116 kesî ji jin û mêr û zarokan bi şêweyekî hovane hatine kuştin ku di nav de 49 zarok û 7 jin in.
Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku bi dehan birîndar hene û ji ber berdewamiya topbaranê xelk bajêr cih û warê xwe bi cih dihêle, lê dîsa jî ji destê hêzên rejîma Sûriyê xilas nabin.
15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
hr (AKnews)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.