Li Sûriyê pevçûn berdewam dikin
Li Sûriyê her çiqas ji bona demekê agirbest hatibe îlankirin jî pevçûn bi tundî berdewam dikin.
Piştî agirbesta ku doh êvarî ji bona Sûriyê hat îlankirin re hêzên rejîmê li Helep, Humus,Dera û Lazkiyeyê li dijî muxalifan êrîş li dar xistin.Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin piştî agirbestê ev êrîşên ku hatine kirin bi temametî ji teref rejîmê ve hatine kirin.Her wiha li gor agahîyan di van êrîşên hewayî de Rûsya qet cî negirtiye.
Her wiha hat ragihandin êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî Gundên Kelez û Karamanliya Turkmendagiyê jî berdewam dikin.
Ji xeynî van agahîyan hat hînbûn di navbera DAIŞ û PYDê de li Girê Spî jî pevçûn berdewam dikin.Pevçûnên ku doh êvarî di navbera DAIŞ û PYDê de destpêkirine hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.