Li Sûriyê serokê rêxistina cîhadiyan hate kuştin

Li Sûriyê serokê rêxistina cîhadiyan hate kuştin

Hate ragihandin, emîrê Ahrar el-Şamê, herî kêm tevî 20 hevalên xwe, di encamê êrişekî xwekuştinê de li bajarê Îdlibê Sûriyeyê hate kuştin.

Hesen E’bûd emîrê rêxistina cîhadî Ahrar el-Şamê, tevî komek rayedarên pilebilind ên rêxistinê di encamê êrişeke xwekujî de hate kuştin.

Hate ragihandin, emîrê Ahrar el-Şamê, herî kêm tevî 20 hevalên xwe, di encamê êrişekî xwekuştinê de li bajarê Îdlibê Sûriyeyê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî û ajansan, Hesen E’bûd di dema civîna ku gelek zêde bergirî hatibû girtin de hate kuştin.

Nêzîkî 20 hezar çekdarên koma Ahrarê hene û endamê Eniya Îslamî ye ku dijberê DAIŞê tê hesabkirin û hemberî rejîma Sûriyeyê şer dikin.

Lîderekî dîtir ê komê Ebû Xalid el-Sûrî ji hela DAIŞê ve îsal hatibû kuştin.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.