Li tecawizkaran cezayê îdamê
Li Efğanistanê ji bo 7 bersûcên tecawizê ku hedîseya êrîşa wan li seranserê welêt bûbû sedema nefretê, cezayê îdamê hat birîn.
Du hefte berê li Kabîla Paytexta Efğanistanê, 4 jin marûzî destdirêjiya 10 kesan bûbûn û eşyayên wan ên biqîmet hatibûn dizîn. Hedîse li seranserê welêt bûbû sedema nefretê. Ji tecawizkaran 7 kes hatin girtin û di heqê wan de cezayê îdamê hat birîn.
Hakim Safîyûllah Muceddîdî da zanîn ku kesên derketine pêş hakim, li xwe mikurîne û sûcê xwe qebûl kirine û li gorî qanûna cezayê ya Efğanistanê evan kes mehkûmî cezayê îdamê bûne.
Malbata mexdûr tevlî mehkemeyê nebû. Hakim beyan kir ku qirara mehkemê ne nîhaî ye, kesên sûcdar dikarin qirarê bişînin temyîzê.
Di heyama rûniştina mehkemê de, bi sedan kes li ber avahiya mehkemê civiyan û slogana “bila tecawizkar bên îdamkirin” avêtin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.