Li tevahiya welêt şeva Leyletul Qedrê hat îhyakirin

Li tevahiya welêt şeva Leyletul Qedrê hat îhyakirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Misliman ji bona şeva ku ji hezar mehî bi xêrtir e îhya bikin berê xwe dan camiyan û şeva Leyletul Qedrê îhyakirin.

Li Diyarbekir, Mêrdîn , Riha, Êlih, Kahta, Tarsûs,Midyat,Birecûk,Farqîn û li Bîngolê  Misliman ji bona şeva ku ji hezar mehî bixêrtir e îhya bikin berê xwe dan mizgeft û camiyan.Mislimanên ku bi xwestekeke mezin hatibûn mizgeft û camiyan heta derengiyên şevê Qur’an xwendin û ji bona ummeta Îslamê ji zehmetîyan û mişkîleyan xelas û rizgar bibe dia kirin.

Ciwan û pîr, mêr û jin, biçûk û mezin gelek kes li çar aliyê  welêt ji bona şeva ku ji hezar mehî bixêrtir e îhya bikin berê xwe dan mizgeft û camiyan.Mislimanên ku bi xwestekeke mezin hatibûn mizgeft û camiyan heta derengiyên şevê Qur’an xwendin û ji bona ummeta Îslamê ji zehmetîyan û mişkîleyan xelas, rizgar û azad bibin dia kirin.Di mizgeftan de ji ber Leyletul Qedrê bernamê hatin tertîpkirin. Di bargeha bernameyan de Qur’ana Kerîm hat xwendin, îlahî hatin gotin û bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî mewlûd hat bilevkirin.Di bernameyan de hat dîtin nimêja salatu tesbîh hat edakirin.

Ciwan û pîr, mêr û jin, biçûk û mezin gelek kes li çar aliyê  welêt hewil dan Şeva Qedrê îhya bikin.(ÎLKHA)













 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.