Li Tirkîyeyê 13 milyon ciwan hene
Li gorî Daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK), ji sedî 16,5’ê serjimar a Tirkiyeyê ji ciwanan pêk tê.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, îstatîstîkên xortan bi raya giştî re parve kir Li gorî Daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, ji sedî 16.5’ê serjimar a Tirkiyeyê ji xortan pêk tê
Li gor TUÎKê li Tirkiyeyê 12 milyon û 782 hezar û 381 ciwan hene. Hejmara ji sedî 16.5 serjimarê ciwan ye û temenê wan di navbera 15 û 24’an de ye. Eleqeya ciwanan a li ser teknolojiyê di 2014’an de zêde bû.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, ji sedî 16,5’ê serjimaraTirkiyeyê ji ciwanan pêk tê. Nifûsa ciwanan ji sedî 51.2ê wî ji kuran, ji sedî 48.8ê wî jî ji keçan pêktê.
Di sala 2013an de ji sedî 65ê kuran xwe bextewar hîsdikir, ev asta di sala 2014an de 4 pûan daket û daket ji sedî 61ê.
Ciwanên ku dibêjin em bi malbata xwe herî zêde bextewar dibin, li gor sala berê pûwanek û 7 bi ser ketîye û gîhaye ji sedî 74.5an. Hêjayê ku ciwan herî zêde pê bextewar dibe, ji sedî 49 sihhet, ji sedî 21.5 hezjêkirin û ji sedî 18.3 jî di karekî de serkeftine. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.