Li Trabzonê balafir ji pîstê derket

Li Trabzonê balafir ji pîstê derket

Balafira rêwîyan a ku sefera Enqere-Trabzonê dikir di dema daketina balafirgehê de ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.

Balafira rêwîyan a Rêhewayên Pegasusê ya ku ji Enqerê ber bi Trabzonê re bi hewa ket di dema ku li Balafirgeha Trabzonê dakete pîstê ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.

Hat ragihandin 162 rêwîyên ku di balafirê de bûn bi şikleke ewlehî hatin tahlîyekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Trabzonê ve  hat dayîn de hat ragihandin balafireke  rêwîyan a ku ji Enqerê ber bi Trabzonê re bi hewa ket di dema ku li Balafirgeha Trabzonê dakete pîstê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.