Li Tunusê xwepêşanên protestoyê

Li Tunusê xwepêşanên protestoyê

Li Tunusê xelk ji bo ji zêdekirina bihayan a ku ji teref hikûmetê ve hat kirin re bertek nîşan bidin xwepêşanan li dar dixin.

Li Tunusê xelk  ji ber zêdekirina bihayan xwe berdan kolanan û bi xwepêşanên ku dikin zeman protesto dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li bajarên Kassarîn, El-Mehdîye, Kayravan, Kafsa û Tunusê pêşandar xwe berdan kolanan û zema ku hatiye kirin protesto kirin.

Di dema çalakîyan de cih cih di navbera polês û pêşandaran de pevçûn derdikeve.

Pêşandar bang li hikûmetê dikin da ku di warê peydakirina kar, pêşveçûn û zêdebûna bihayan ji ber çavan bê derbaskirin û di van waran de verastkirin bên kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.