Li Wanê di qamyonetekê de 333 kîlo madeyên hişber hatin dîtin
Ekîbên Cendirmeyên Parêzgeha Wanê di operasyonekê de di nav qamyonekê de 333 kîlo maddeyên hişber hat bidestxistin. Du bazirganên maddeyên hişber hatin girtin.
Li Wanê di operasyona ku ekîbên cendermeyan li dijî hilberîner û bazirganên maddeyên hişber kirin de, 333 kîlo esrara skunk hat bidestxistin û 2 bazirganên maddeyên hişber hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Wanê, di encama xebatên îstîxbaratî de hat tespîtkirin ku narkotîk ew ê bi qamyonan were qaçax kirin.
Qamyona ku şofêrê wê welatiyê biyanî bû, ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hate rawestandin. Di qamyonê de 333 kîlogram narkotîk hatin dîtin. Du welatiyên biyanî bi tohmeta "Çêkirin an Bazirganiya Narkotîkan" hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.