Li Wanê qezaya dilşewat: 15 birîndar

Li Wanê qezaya dilşewat: 15 birîndar

Li ser rêya Wan û Qerqelîyê qezaya trafîkê pêk hat, dii qezaya ku pêk hatiye de 15 kes birîndar bûn.

Li derdora Sîteya Komurcîyan a ku li ser rêya Wan û Qerqelîyê ye qezaya  trafîkê pêk hat, di qezayê de digel zarokekî 15 kes birîndar bûn.Di qezayê de tu kes nemir. Kesên ku birîndar bûbûn jî bi embulansan  birin nexweşxaneyên derdorê.

Erebeya bi plakaya 65 HC 920 û erebeya bi plakaya  30 AC 478 li  hev  qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes birîndar bûn.

Di qezayê de M.M (25), M.B. (15), O.G. (26), E.G. (?), O.E. (?), E.M. (10),F.M. (18), S.M. (17), F.E. (38), Î.U. (20), F.M. (?), E.E. (19), E.E. (27), O.G.(19) û zarokekî biçûk ê ku  navê wî hê nediyar e birîndar bûn.

Ji ber qezaya ku pêk hatiye , rê nêzî saetekî hat girtin.  Her wiha di derbarê bûyerê de tehqîqet hat destpêkirin.(WAN)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.