Li Wanê qezaya dilşewat: 4 mirî

Li Wanê qezaya dilşewat: 4 mirî

Li ser rêya Wan û Ercîşê du erebe li hevdu qelibîn, di encama qezayê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Erdîşa Wanê îro serê şeveqê di seat 05.30an li ser rêya Wan û Erdîşê du erebe li hevdu qelibîn. Di encama qezayê de 4 kes mirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plakaya 65 DP 627 ê ku ajokarê wî Dursun O. bû û erebeya bi plakaya 17 FS 734 ê ku ajakorê wê Serkan K. bû li hevdu qelibîn.

 Di encama qezayê de Dursun O. û Engîn O. li cihê bûyerê , Serkan K. û Enver K. jî li Nexweşxaneya Erdîşê jiyana xwe ji  dest dan.

Di derbarê qezaya ku pêk hatîye de tehqîqet dan despêkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.