Lı Wanê şıka mersê

Lı Wanê şıka mersê

Lı Wanê 3 kesên ku jı umreyê vegerîyan, jı ber şıka mersê lı nexweşxaneyên bajêr xıstın bın karantînayê

Hat ragihandin ku li Wanê 3 kesên ji umreyê vegeriyan ji ber şika MERSê li nexweşxaneyên bajêr girtin bin karantînayê.

Li gor agahiyên ku hatine bidest xistin, 3 kesên ku piştî ku ji umreyê vegeriyan ji ber serêş, agir û dillihevketinê çûn nexweşxaneyeke taybet û Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.

Piştî tetkîkên ku hatin kirin pisporê nexweşiyên sing û pisporê enfeksiyonê hevdîtin kirin û bi gumana nexweşiya MERSê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê kirin.

Der heqê rewşa hersê kesan de, sibê wê daxuyanî bê dayîn û piraniya xebatkarên nexweşxaneyê û xizmên nexweşan dev û pozê xwe bi maskeyê girtin.

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.