Li welêt bernameyên wîladeta pîroz
Platforma Evîndarên Pêxember li Motkîya Bedlîsê û li Sêwrega û Karakopruya Rihayê bernameyên mewlûdê li dar xist.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Motkîya navçeya Bedlîsê û li Sêwrega û Karakopruya navçeyên Rihayê bernameyên mewlûdê hatli darxistin.
Coş û kêfa bernameyên wîladeta pîroz, dewam dike.
Platforma Evîndarên Pêxember, li Motkîya navçeya Bedlîsê bernameya mewlûdê li dar xist.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir.
Ji seydayên herêmê Emrûllah Ûysal, beşdarî bernameyê bû.
Bernameya wîladeta pîroz bi xwendina mewlûda şerîf û bi xwendina îlahîyên hunermendên ajansa Ozlemê Bûrhanettîn Cebba dewam kir. beşdar bi xwendina mewlûdê û îlahîyan coş bûn.
Piştî axaftina serokê komela Best-Derê Bulent Kiyagan, bername bi dûayê qedîya
Li navçeya Sêwrega Rihayê jî coşa mewlûdê hebû.
Bername ji teref kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember ê Sêwregê ve hat tertîp kirin.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi xwendina mewlûdê dewam kir.
Di bernameyê de perwerdekar û nivîskar Mehmet Aydin axifî.
Aydin îfade kir ku hezkirina Xweda, di tabî bûna pêxember de derbasdibe.
Dûre bername bi xwendina sirud û îlahîyan dewam kir û bi dûayê bi dawî bû.
Li gundê Kirkpinara bi ser navçeya Karakopruya Rihayê ve yê jî bernameya wîladeta pîroz hat tertîp kirin.
Bername bi tîlaweta Qurana Mûbîn dest pê kir û bi xwendina mewlûda şerîf û îlahîyan dewam kir.
Di bernameyê de ji nivîskarên rojnameya Dogrûhaberê mela Mufît Yaray axifî. Mela Yaray dîyar kir ku encax xelasî û azadî di hezkirina pêxember de ye.
Dûre bername bi xwendina sirud û îlahîyan dewam kir û dûayê qedîya. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.