“Li Xazzê şert û mercên jiyanê gihaştin asta felaketê”
Li Xazzeya ku di bin dorpêça siyonîstên îşxalkeran de ye nêzî 2 milyon Filîstînî di nav şert û mercên giran de hewil didin bijîn.
Komîteya Şikandina Ambargoyê û Ji Nû Ve Îmakirinê ragihand 2 milyon însanên ku li Xazzê di bin dorpêça siyonîstên îşxalker de dijîn muxtacî alîkarîyê ne û banga alîkarîyê li civaka navneteweyî kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji sedî 80yê xelkê muxtacî alîkarîya bi lez in û her ku diçe şert û mercên jiyanê girantir û dijwartir dibin ku ev yek jî ber bi felakat û bobelatê ve diçe.
Her wisa di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji teref Komîteyê ve ji sazîyên alîkarî û mafên însanan re banga alîkarîya xelkê Xazzê hat kirin û hat daxwazkirin bo neqlê nexweşan û alîkarîyan demildest Derîyê Sînor a Refahê bê vekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.