Li Xutaya Rojhilat zêdetirî 100 hezar kesan hatin tahlîyekirin
Hat ragihandin li Xutaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejîma Baas de heta niha 105 hezar kes hatine tahlîyekirin.
Li Xutaya Rojhilat a ku ev bû demek di bin dorpêça rejîma Baas de ye û bênavber êrîşên asimanî lê tê kirin û zêc û zarok, ciwan û kal, jin û mêr lê bi şikleke hovane û wehşîyane tên kuştin tahlîye berdewam dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Xutaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejîma Baas de heta niha 105 hezar kes hatine tahlîyekirin.
Di bergeha peymana ku Rûsya garantorîya wê dike de kesên siwîl û muxalif ên ku naxwazin di bin hukmê rejîma Sûrîyê de bijîn diçin Îdlîb û Heleba Rojava.
Li Xutaya Rojhilat ji alîyekî ve tahlîye berdewam in û ji alîyê din ve êrîş. Rejîma Baasê bo temamê Xutaya Rojhilat bixe bin hakimîyeta xwe êrîşên xwe bênavber didomîne. Li gor Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye, rejîma Baas li Xutaya Rojhilat ji sedî 90 kontrolê xistiye bin destê xwe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.