Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 45 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 45 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa hewayî ya ku ji teref hêzên koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê kir de herî kêm 45 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin hêzên koalîsyonê yên ku rejîma Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê êrîşî cihê bazarê kirin. Di encama êrîşa ya hewayî ya ku hat kirin de herî kêm 45 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li wîlayeta Taîzê li cihekî pazarê hatiye kirin. Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.

Derbarê mijarê de hêj ji teref koalîsyonê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Rêxistinên mafên însanî yên navneteweyî koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike sûcdar dikin ku li Yemenê êrîşî warên Pazar, nexweşxanê û jiyanê dikin. Ji roja ku li Yemenê şerê navxweyî dest pê kiriye bir ve herî kêm 10 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.