Li Yemenê Pevçûn

Li Yemenê Pevçûn

Li bakurê Sanaya paytexta Yemenê, di pevçûna navbera Hûsî û leşkeran de, pirê wan esker 22 kes hatin kuştin.

Di mehên dawîn de di navbera hikûmet û Hûsîyan de, qirîz û şer diqewime. Li Şemlana herêma li bakurê rojavayê Sanaya paytexta Yemenê, di pevçûnan de pirê wan esker 22 kes hatin kuştin.

Ev serê du rojan e ku şer bênavber didomin. Di pevçûnan de hejmara kuştiyan giha 50. Piştî şer ordiyê hêzên teqwîye şandin herêma hedîseyê.

Li aliyê din protestoyên Hûsîyan jî dewam dikin. Hûsî li ber wezareta enerjî û elektrîkê civiyan. Protestovan fesxa hikûmetê, girtina berpirsiyarên qetilkirina protestovanên hûsiyan û betalkirina qirarên civînên diyalogê yên mîllî dixwazin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.