Li Zanîngeha Dîcleyê qeza: 1 jê giran 3 birîndar
Li Zanîngeha Dîcle ya li Dîyarbekirê, di qezayek trafîkê ya ji ber wergeriyana wesayîteke sivik a bazirganî de 3 kes birîndar bûn, hat îfadekirin ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Qezayê nîvro li Kolana Fîskaya ya nêzîkî Zanîngeha Dîcle ya li Dîyarbekirê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bazirganî ya sivik ku ji Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê ber bi Pira Zanîngehê ve diçû, li çarrêya zanîngehê ku Kolana Hayati Avşar û Kolana Fiskaya digihîjin hev, piştî ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir, wergeriya.
Di qezayê de yek ji wan bi giranî sê kes birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî dermankirina destpêkê li cihê qezayê, birîndar ji bo dermankirina din birin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.