Li zanîngehê êrîşa çekdarî: 4 mirî

Li zanîngehê êrîşa çekdarî: 4 mirî

Li Fakulteya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê êrîşeke çekdarî hat kirin, di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Fakulteya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê êrîşeke çekdarî hat kirin, di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin akademîsyenê bi navê Volkan B. Ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn êrîşa çekdarî li dar xist. Di êrîşa ku hat lidarxistin de 3 akademîsyenên bi navê Mîkaîl Yalçin, Yasîr Armagan, Fatîh Ozmutlu û Serdar Çaglak jiyana xwe ji dest dan.

Kesê êrîşkar hat binçavkirin û hat birin Midûrtîya Ewlehîyê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.