Lîsteyên namzedên parlementeriyê wê îro teslîmê YSK'yê bibe
Partiyên siyasî yên ku beşdarên hilbijartina giştî ya parlementeriyê dibin, divê lîsteyên xwe yên namzedên parlementeriyê, îro herî dereng heta seat 17.00an teslêmê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bikin.
Divê namzedên serbixwe jî îro lîsteyên xwe bidin YSKyê.
Lijneya bajaran jî wê îro van lîsteyan ji YSKyê re bişîne.
Partî û namzedên serbixwe wê heta 11ê nîsanê kêmasiyên xwe temam bikin.
Listeyên namzedên teqez û namzedên serbixwe wê di 24ê nîsanê de bên diyarkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.