Maddeya 121emîn a di KHKyê bo 15 û 16ê Tîrmehê ye

Maddeya 121emîn a di KHKyê bo 15 û 16ê Tîrmehê ye

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partî û Berdevkê Partîyê Mahîr Unal derbarê KHKya dawî de destnîşan kir maddeya “ji sîwîlan re muafîyeta darazê” bes bo 15 û 16ê Tîrmehê ye.

“Ev verastkirin bes bo hewadîsa  şeva teşebûsa darbeyê”

Mahîr Unalê  Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partî û Berdevkê Partîyê di civîna ku li navenda giştî li dar xist de derbarê KHKya dawî de nirxandinan kir û diyar kir: “ Ev verastkirin bes bo hewadîsa  şeva teşebûsa darbeyê ya 15ê Tîrmehê û bo şeveqa 16ê Tîrmehê ye. Ev lefza terorê ya di maddeyê de jî bo wan bûyerên terorê yên di şeva teşebûsa darbeyê ye. Çalakîyên terorê yên piştî vê hatine kirin nakevin bergeha vê maddeyê. Bila hinek kes ji kerema xwe re tellalîya felaketê nekin. Ew kesên ku van derewan dikin û ji bo çi dikin eşkere ye. Dema yekî tiştek got pêşî li wî kesî binêrin dû re li tiştê ku gotiye binêrin.”

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.