Mafa vekirin û xwendina nameyê ji polêsan re hat dayîn

Mafa vekirin û xwendina nameyê ji polêsan re hat dayîn

Digel qerarnameya di hukmê qanûnê ya bi nimreya 696 a ku di bergeha rewşa awarte de hat derxistin digel talîmata dozgeran polês dê karibin nameyan vekirin û bixwînin.

Heta îro maf ji dozger û hakiman re hatibû dayîn ku nameyan vekin û bixwînin; lê digel qerarnameya di hukmê qanûnê   ya bi nimreya 696 a ku di bergeha rewşa awarte de hat derxistin digel talîmata dozgeran polês dê karibin nameyan vekirin û bixwînin.

Lê ji vê mafê re sînor hat dayîn û ji bo van mijaran derbasdar e: “ bêdestûr veguhastina tiştên xeternak, sûcên ticarî û îmala malên tiryakê, sûcên di maddeya 12 û 13emîn a derbarê Qanûna Çek, Kêr û Amûrên din de, sûcên di maddeyên 67 û 68emîn de.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.