Malbat Dest Bi Greva Birçîbûnê Dikin
Malbatên ku zarokên wan ji aliyê Pkkê ve hatine revandin û ji lew li ber belediya bajarê Mezin a Diyarbekirê çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku li cihê ku çalakiyê dikin wê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Sureya Toklara ku ji Wanê ji bo kurê xwe Efkan Toklarê ku 3 meh e winda ye hatiye û beşdarê çalakiyê bûye. Toklarê destnîşan kir ku bi malbatên din re qirar dane ku dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha dewam kir: "Bi biryara hevpar em ê sibê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Greva me ya birçîbûnê, wê 2 rojan bidome. Ger daxwazên me neynin cih û zarokên me nedin me, em ê dest bi rojiya mirinê jî bikin."
Tokarê wiha pê de çû: "Em bangî rayedaran dikin, bila zarokên me bidin me. Hema ji destê kê çi tê bila bike. Em ji siyasetê fêm nakin, tu karê me bi siyasetê re tuneye û em endamê tu partiyan jî ninin. Bila tu kes li ser me siyasetê neke. Em bangî hemû rayedaran dikin, çarêseriyekê bibînin. Em tenê zarokên xwe dixwazin."
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.