Malbata Açikgoz bi hêstirên çavan re hat definkirin
Li navçeya Çinara Amedê di piştî êrîşa bombeyî yê ku ji teref PKKyiyan ve hat lidarxistin de malbata Açikgoz jiyana xwe ji dest dabû. Neferên malbata Açikgoz îro hatin definkirin.
Di êrîşa bombeyî yê ku doh bişev li Çinarê hat kirin de yek ji wan dergûşekê 5 mehî bi tevahî 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 3 kesên ku ji malbata Açikgozê bûn bi hêstirên çavan re hatin definkirin.
Di teqînê de bav Lokman Açikgoz (33) û zarokên wî Murat Alper Açikgoz (8) û Ecrîn Açikgoz (1) di Goristana Asrî ya Çinarê de piştî nimêja cinazê hatin definkirin.
Di êrîşa ku doh bişev hatibû kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn, 40 kes birîndar bûbûn û gelek mal, dikan û wesayît jî zirarê dîtibûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.