Malbata Sûriyeyî li benda alîkariyê ye
Malbata Sûriyeyî ya ku ji ber şerê navxwe ya Sûriyê koç kiriye û hatiye Elezîza Tirkiyê bi cî bûye mexdûriyetên xwe anî ziman û xwest ji wan re alîkarî bê kirin.
Malbata mexdûr ê ku ji ber şerê Sûriyê koçkiriye û hatiye li Elezîza Tirki yê bi cî bûye mexdûriyetên xwe anî ziman.Dapîra bi navê Naval Şahaber a ku pê re nexweşiya qelb heye di derbarê rewşê de diyar kir ji ber ku derfet û îmkanên wan tune ne ew nikare ameliyat bibe û her wiha zilamê wê jî nexweş e û tu kes di malbatê de tune ye da ku ji bona malbatê bixebite.
Naval Şahaber di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu kes di malbatê de tune ye da ku ji bona malbatê bixebite û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexweşiya qelb bi min re heye û divê ez anjîo bibim.Lê îxtîmal e dema ku ez ameliyat bibim zêdetir nexweş bikevim.Ji ber wê yekê ez ditirisim. Her wiha ez naxwazim zilam û nêwiyên min bi tena serê xwe bimînin.Lewra ez ditirsim ku tu kes li wan xwedî nebe.Ji ber ku ez anjîo nebûm doxtoran dermaneke 3 mehane dane min. Di dawiya sê mehan de divê ez biçim Enqerê.Lê belê ji ber bêderfet û îmkaniyan ez ne dikarim biçim doxtor ne jî Enqerê.”
Naval Şahaber di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê ji ber nexweşiya xwe hema hema nikare gavekî biavêje û him jî ji bona debarê nikare bixebite.
Zarokê bi navê Amro di derbarê rewşa malbata xwe de axivî û got ku dê û bavê wî li Sûriyê mane û ew a niha li cem dapîr û bapîrê xwe dimîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: Berî hemû tiştî ez dixwazim ku bixwînim.Lewra ev bû nêzî 6 mehan ku em ji Sûriyê hatine û ez nikarim biçim mektebê. Ji xeynî ve ez ji kesên xêrxwaz teleb dikim bila alîkariya me bikin.Her wiha ez dixwazim ku dê û bavê min werin.Ez van dixwazim.”
Zarokê bi navê Hamîd jî ji dil û can daxwaz kir ku berî kêlîkê dest bi tahsîla xwe bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim ku jiyana min a perwerdehîyê birêkûpêk bibe . Her wiha ez dixwazim jiyana dapîr û bapîrê min jî baş bibe. Bila alîkariya wan jî bikin.”
Hîlal Dal a ku cînarê malbata Sûriyeyî ye di derbarê rewşa malbatê de diyar kir malbata Sûriyeyî di nava rewşeke xirab û nexweş de ye.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.