Malbata xwendevanê ku ji teref PKKê ve hatîye revandin ji ÎLKHAyê re axivî

Malbata xwendevanê ku ji teref PKKê ve hatîye revandin ji ÎLKHAyê re axivî

Kekê xwendevanê Zanîngeha Colemergê Zafer Tekman ê ku ji teref PKK/HDPyîyan ve hatîye revandin diyar kir ku birayê wî ji ber nasnameya xwe ya îslamî hatîye revandin.

Her du xwendavanên ku ji teref PKK ve hatine revandin her tim ji teref xwendevanên PKK/HDPyî yên ku endamê komeleya CODERê ne ve ji ber nasnameya xwe ya îslamî hatibûn tehdîd kirin û pişt re jî hatibûn revandin. Malbatên xwendevanan ji ber vê yekê mitala lawên xwe kiribûn û bangewazî li rayedaran kiribûn da ku li ser vê mijarê birawestin.

Mehmet Tekman ê ku kekê   Zafer Tekman (20) e di derbarê tehdît kirin û revandina birayê xwe de ji ÎLKHAyê re axivî.

 “Malbat di rewşa perîşanîyê de ye”

Mehmat Tekman di destpêka axavtina xwe de wiha got: “Birayê min herî dawî 30yê gulanê roja şemîyê digel hevalê xwe Îdrîs Dogan hat Wanê. Birayê min ji min re got ku roja yekşemê îmtîhanekê min  heye ez ê ji bo  îmtîhanê biçim Colemergê. Pişt re em hîn bûn ku 2ê hezîranê hatîye revandin. Pişt re me qet jê xeber nestand. Piştî vê xebera revandinê me him li wanê him jî li Colemergê di derbarê vê bûyerê de gilîdar bûn. Em çûn Colemergê ji bo di derheqê wî de agahîyekê bi dest bixin, lê belê her cihê ku em çûne em destê vala jê vegerîyan.  Dê û bavê me ji ber vê yekê perişan bûn. Em hemû perişan bûn. Em birayên xwe dixwazin.

 “Birayên min kesekî mutedeyîn û dîndar bû”

Tekman axavtina xwe wiha domand: “Birayên min li derdora xwe bi nasnameya xwe ya dîndarî dihat naskirin. Diçû camîyê, dersa Qur’anê distand û dersa Qur’anê dida. Zirara wî nedigihişt tu kesî.”

“Xwendevanên ku hatine revandin ji ber ku xerac nedane PKKê hatine tehdît kirin”

Tekman di derbarê tehdîd kirina birayê xwe û hevalê wî de wiha axivî: “ Xendevanên Zanîngeha Colemergê yên ku endamê komeleyê CODERê ne, xerac ji wan xwestine. Ji ber ku birayên min û hevalî xerac nedane wan, xwendevanên ku endamê CODERê  ne, wiha ji wan re gotine ‘Hûn li cihekî mîna Colemergê çawa dikarin ji me re bibêjin tune ye û wan tehdît kirine. Weke ku min got. Xwendevanên ku endamê CODERê ne ji wan pere dixwazin û ji ber ku birayê min û hevalê wî pere nadin wan tên tehdîd kirin. Jixwe pereyên pê re encax têra wî dikir. Ji ber vê yekê tên tehdîd kirin. Haya me ji vî tiştî tunebû. Vî tiştî hevalên wî yên zanîngehê ji me re gotin.

 “Bila berî gavekî birayê min bê dîtin”

Tekman wiha dawî li axavtina xwe anî:“Em bangewazîyê li Serokomar û rayederan dikin. Em bi rayê xwe dixwazin. Dema ku polîsek tê revandin di nava 2 rojan de dikarin wî bibînin. Birayê min ev bû 15 roje ku nexuyaye. Bila demildest birayê min bibînin. Me ji bona ku wî bibin serê çiya mezin nekir. Em perişan bûne. Em ji PKK/HDPê re dibêjin ku bila berî gavekî birayê min serbest berdin. Tu sûcê wî tune ye. Heger sûcekî wan hebe ew jî misilman bûyîna wan e.”

Wek ku tê zanîn berî vê 15 rojan Îdrîs Dogan (20) û Zafer Ekman ên ku xwendevanê beşa Edebîyat û Zimanê Ingilîzî ya Zanîngeha Colemergê bûn ji teref PKK/HDPê ve hatibûn revandin û ji wê rojê pê ve tu xeber ji wan naye standin. Her wiha ev xeber berî niha di çapemenîyê de jî cihê xwe girtibû. (İLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.