Malbatên Dilsoj Li EnqerêNe
Malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çîyê û ji lew çalakiya rûniştinê rast dikin, bi armanca bi rayedarên dewlet û cûrbecûr sazîyên sivîlre bên cem hev çûn Enqerê.
Malbatên ku zarokên wan di tarîxên cûda de ji teref pkkê ve hatine xapandin an jî bi zorê hatine revandin çîyê, li meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê di çalakîyedene, çûn Enqerê.
Malbatên dilşewat ji bo zarokên wan serbest bên berdan, wê li Enqerê bi serokcimhûr Recep Tayyîp Erdoğan, serokwezîr Ahmet Davûtoğlû, partîyên sîyasî û cûrbecûr sazîyên sivîl re hevdîtinan pêk bînin.
Dê û bavên zarokên hatine revandin, di 19ê Gulanê de li Dîyarbekirê dest bi çalakîyê kiribûn û ji bo dengê xwe bilind bikin û ji rayedaran alîkarîyê bixwazin, qirar dabûn ku wê çalakîya xwe li Enqerê bidomînin. Malbatên dilşewat bi du qafîleyan ketibûn rê û îro gîhan Enqerê. Wê malbat li ber meclîsê dengê xwe bilind bikin.
Di 23ê Hezîranê de jî, malbatên zarokan çûbûn Enqerê û bi serokcumhûr û serokwezîr û gelek rayedaran re hatibûn cem hev û ji wan hêviya destek û alîkarîyê kiribûn, lê tu encam nehatibû bidestxistin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.