Malbatên ku di êrîşê de malên wan zirar dîtin li benda alîkariyê ne

Malbatên ku di êrîşê de malên wan zirar dîtin li benda alîkariyê ne

Malbatên ku malên wan di êrîşa ku berî vê 4 rojan li navçeya Yenîşehîrê pêk hat de zirar dîtin bang kirin da ku kesên rayedar alîkariya wan bikin.

Her weke ku tê zanîn berî vê 4 rojan li Semta Ben û Sena Taxa Şehîtlîkê Yenîşehîrê teqînek pêk hatibû ku ji ber teqînê di 6 malan de zirareke mezin pêk hatibû.

Ji ber zirara ku pêk hatiye malbat bang li kesên rayedar kirin da ku alîkariya wan bikin.Di vî warî de Hedîye Gultekîna ku di teqînê de mala wê zirar dîtibû axivî û diyar kir tu derfet û îmkana wê tune ye  mala xwe cardin serarest bike.

 “Mala me xira bû, em perişan bûn”

Gultekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê wefat kiriye û wiha li axavtina xwe zede kir: “Mala me bûye wêran , zilamê min wefat kiriye, ez û zarokên xwe bi tena serê xwe di vê malê de dijîn.Ji Xwedê pê ve tu kesî me tune ye. Ez a niha nizanim çi bikim. Mala min wêran bûye.Ez bang li kesên rayedar û xêrxwaz dikim da ku alîkariya me bikin.”

Her wiha kesên bi navê Mehmet Şah Aça û Rindiye Ateş ên ku ji ber teqînê malên wan zirar dîtibûn di derbarê mijarê de diyar kirin ji ber teqînê ew mexdûr û perîşan bûne û daxwaz kirin da ku kesên rayedar alîkariya wan bikin.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.