Malîkî Dîktatoriyê Dixwaze
Mesut Barzanî yê ku her diçe nêzî partiya Arîkarê Serokomarê Iraqê Tariq El Haşimî El Iraqiye dibe, bi qenaleka erebî re hevpeyvînek pêk anî û got ku ‘Malîkî dîktatoriyê dixwaze’
Serokê herêma Kurdistan Mesut Barzanî bi qenala Dubaî TV ya kul i gişe welatên Ereban weşane dike re axivî. Barzanî gengeşiya di nav Bexda û Hewlêrê de nirxand. Barzanî daxuya ku azadî mafê Kurda ye jî.‘bi Iraqê re jiyan, an jî azadî, mafê Kurdan e’
Barzanî got ku berpirsê vê rewşê hikumeta Bexdayê ye, Malîkî dîktatoriyê dixwaze. Berteka xwe ya li dijî kirîna F-16 yan dubare kir û wisa got:tu pirsgirêka min a şexsî bi Malîkî re tune ye. Malîkî bona dîktatorî tek zilamiyê dixebite. Ezê çawa bi artêşa Iraqê ewle bim. Di civakî de fermandarekê wî dibêje ‘em li benda F-16 ya nin.hingê emê Kurdan ji Hewlerê derêxin’
Barzanî pêwendiyên bi Tirkiye re jî nirxand û got ku pêwendiyên wana ketiye riyek baş de. Barzanî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a di serdana Hewlêrê de anî ziman diyar kir. Erdogan wisa gotibû ‘heyama ku kurd nayên hesibandin, li paş ma. Di rewşa niha de, bazirganiyek baş heye. Herdu al jî ji vê rewşê berjewendî digirin’
Barzanî pêwendiyên Tirkiye û Îranê jî nirxand û got ku ‘ger din av bera Tirkiye û Îran de dijberiyek hebe, em nabin parçeyekê vê dijberiyê’
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.