Malikî ji fermandeyên artêşa Iraqê hat xezebê

Malikî ji fermandeyên artêşa Iraqê hat xezebê

Tê zanîn, çekdarên DAIŞê parêzgeha Mûsilê ya Iraqê xistin destê xwe û beriya niha jî li parêzgeha Enbarê êrişî hêzên Iraqê kiribûn.

Hat zanîn, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li hember wan fermandeyên artêşê yên di şerê Mûsilê de “xemsarî” kirine lêpirsîn daye destpêkirin. Şêwirmendekî Malikî jî dibêje, dibe ku hinek fermandeyên artêşê “bên bidarvekirin”.

Şêwirmendê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî, di daxuyaniyekê de ragihand, Nûrî Malikî ku di heman demê de fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye, fermana lêpirsîna li hember wan fermande û rayedarên artêşê yên di şer û bûyerên Mûsilê de xemsar bûne, daye.

Elî Mûsewî ragihand, eger xemsarî û sûcên wan fermandeyan were îsbatkirin dibe ku hinek ji wan werin bidarvekirin.

Tê zanîn, çekdarên DAIŞê parêzgeha Mûsilê ya Iraqê xistin destê xwe û beriya niha jî li parêzgeha Enbarê êrişî hêzên Iraqê kiribûn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.