Mamosteyê Dibistana Şehîdan Abdulvahap Yersîz, li ser gora xwe hat bîranîn

Mamosteyê Dibistana Şehîdan Abdulvahap Yersîz, li ser gora xwe hat bîranîn

Şehîd Abdulvahap Yersiz Xoce ku di 6ê Cotmeha 1992an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, di salvegera şehadeta wî de ji aliyê xizm û hevalên wî yên dozê ve li ser gora xwe bi dua û merasîmekê hat bîranîn.

Li gundê Xanika Jor ê navçeya Şemrexa Mêrdînê, li ser gora Şehîd Abdulvahap Yersiz ku di 6ê Cotmeha 1992an de ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, li dibistana ku mamostetî lê dikir merasîmek hat lidarxistin.

Bernameya ku bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, Ekrem Açilan axaftinek pêşkêş kir û ji jiyana Şehîd Abdulvahap Yersîz perçeyên ayetan parve kir û têkoşîna wî ya Îslamî vegot.

Herî dawî dua ha xwendin û bername bidawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.